Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî: Şerê li Rojhilata Navîn ji kontrolê derket

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku pevçûna li Rojhilata Navîn gihîştiye astek xeternak û got, "Divê Lubnan nebe Xezeya din." Guterres bang li aliyan kir ku demildest rageşiyê kêm bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî da civaka navneteweyî ku şerê li Rojhilata Navîn "ji kontrolê derketiye".

Guterres roja Çarşemê bi rojnamevanan re axivî û diyar kir ku pevçûn berfireh dibe û encamên wê yên mirovî û aborî yên cidî hene. Guterres got, "Pevçûn ji sînorên ku lîderan xeyal nedikirin derbas bûye.” Guterres da zanîn ku cîhan bi şerekî mezintir re rû bi rû ye û anî ziman ku êşa mirovan zêde dike û xetereyên aborî yên cîhanî kûrtir dike.

Guterres destnîşan kir ku rewşa heyî nayê domandin û got, "Ev yek pir zêde çû."

'DIVÊ LUBNAN NEBE XEZEYA DIN'

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi taybetî bal kişand ser pêşketinên li Lubnanê û diyar kir ku divê dubarekirina tiştên li Xezeyê li wir çênebeç

Guterres bang li Hizbullahê kir ku êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestîne û di heman demê de ji Îsraîlê xwest ku operasyonên xwe yên leşkerî li Lubnanê bi dawî bike. Guterres destnîşan kir ku ev operasyon herî zêde bandorê li sivîlan dike.